DERHEQA ÎNSTÎTUYÊ

Medhe Xwede Medhe Xwede

Dîroka Înstîtuyê

Bingeha Înstîtuyê sala 2016an hatîye danînê. Testîqkirina Înstîtuyê li Moskvayê bi saya serê alîkarîya Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akademîya Zanyarîyê ya Rûsîyayê pêk hat.

Biryara derheqa ji alîyê dewletê daqeydkirina rêxistinê 31ê gulanê sala 2016 anji alîyê Serwêrtîya serekeya Wezîreta Edaletê ya Rûsîya Federal hatîye qebûlkirinê. Malûmatîy  ên derheqa rêxistina netucarî dakirine navareestra dewletê yayek girtî ya şexsên hiqûqî bi hejmara qeydkirinê ya dewletê 1167700058426 va.

Navê fermî – Rêxistinane tucarî ya serbixwe ”Înstîtuya dîrok û bawermendîya êzdîyan ya zanyarî-lêkolînan” e.

Îro ew rêxistine keserketî, zanyarî-lêkolînerîyê ya wisan e, ku bi lez pêş dikeve, di gelek dayîreyên cihanê yên perwerdeyê da tê naskirin. Înstîtû karê zanyarîyê-lêkolînerîyê derheqa dîrok û bawermendîya êzdîyan da dike, bernameyên di sîstêma perwerdeya profêsyonal da pêk tîne.

Mîsyon û stratêjîya pêşketinê

Êzdîtî hetanihajî kêm hatîye lêkolînkirinê, jiberkubelge û lêkolînên bingehîn tunene. Litevaya cihanê navbendên perwerdeyê yên wisa tunene, ku dîrok û dînê êzdîyan bi zanyarî lê bikolin.

Daxweza meya sereke – xebata zanyarîyê-lêkolînerîyê ya bona azir û kirina dîrok û dînê gelê êzdî ye, nivîsandina rastîyê ye derheqa dîrok û dînê êzdîyan da, amadekirina bernameyên perwerdeyê yên derheqa êzdîyan da ye di sîstêma xwendina profesyonal da. Em êzdîzanan amade dikin, ku bikaribin di nav komên efrandarîyê da kar bikin, dîroka êzdîyan lê bikolin û binivîsin, karê xwe yê akademîyê pêşda bibin.

Înstîtûta me taybete û îro ewhevalbendî ya zanyarî ya teka neye li cihanê, ku li wir wê lêkolînkirina dîroka pêşîyên êzdîyan bêne pêkanînê, bawerîyên rohilatzanên îroyîn, cêribandina Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akademîya Zanyarî ya Rûsîyayê (AZR) wê bibine bingehên projeyên rasteqîn.

Kesên tevaya cihanê ku ev pirs bo nawan balkêş e, wê bibin xwedî zanebûnên têr-tije derheqa dîrok û dînê êzdîyanda, ku wê bi lêkolînên pêşekzanênzane, rohilatzan û bawerîzan ên pisporva dagirtî bin.

Proje yên herî serketî wê bi nivîsandina gotaran, berheman û pirtûkan xilaz pêk bên, ku di paşdemê dabidestî wan dî dema dîroka êzdîyan û dînê wan wê bê sazkirinê. Berhemên buha giranwê ji alîyê pêşekzanên ser bi xweda bêne qîmetkirinê û di paş demê dawê bibine bingehê bona sazkirina çavkanîyên nivîskî derheqa dîrok û dînê êzdîyanda.

Karê me yê serdest

  • lêkolînkirina dîroka êzdîyan bona zelalkirina rastîya dîrok û dînê wê;
  • pêwîstî ya rêxistinên perwerdehî yê dikarê bernameyên perwerdeyê yên diwê derecê dadaxwezên mey ên serekene;
  • bi navnetewî naskirina înstîtuya me:
  • hevrakarkirina fakûlteyan di dema lêkolînkirina projeyanda:
  • hevrakarkirina efrandarîyê ya rohilatzan û lêkolînerên şexsî yên tevayacihanê di wî karî da.